Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li salvegera terorkirina Dr. Qasimlo de Kombûnek li bajarê Lendenê de bi rê ve ço

14:40 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2026

Hevdem digel salvegera terorkirina “Dr. Qasimlo” û hevalên wî de, Komîteya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li Birîtaniyayê de kombûneke li rûberûyê balyozxaneya rêjîma îslamiya Îranê li bajarê Lendenê de lidar xist.

Ev rêûresm bi belavkirina sirûda netewiya “Ey Reqîb” û bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji Şehîdên Doza Azadiya Kurdistanê, destpêkir. Pîştre peyama Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi zimanên Farsî û Kurdî bo beşdarbûyên kombûnê hate pêşkêşkirin.

Beşdarbûyên kombûnê bi dana dirûşman, terorkirina dijberên rêjîma Îranê û eva ku bi bêdengiya welatên biyanî li hember wan kiryaran tê binavkirin, şermezar kirin. Piştre beşdarbûyan rêpîvaneke aşitîxwazane rû bi balyozxaneya Otrîşê li bajarê Lendenê de destpêkirin, welatek ku terorkirina “Dr. Qasimlo” û hevalên wî li vî welatî de qewimî.

Li beşa dawî ya rêûresmê de peyama Hizba Dêmokrat li derheq terorkirina “Dr. Qasimlo”, rola hinek welatên Ewropayî li sazan digel rêjîma Îranê û paşhatên vê alîgirtinê bo ewlehiya deverî, bi zimanê îngilîsî hate pêşkêşkirin û kopiyek vê bi balyozxaneya Ortrîşê hate dan.

Li vê rêûresmê de yada dawî qurbaniyên li Rojhilatê Kurdistanê û cangoriyên din li vê deverê, bi bilind hate ragirtin û beşdarbûyan wêneyên wan digel wêneyên qurbaniyên terora Viyenê hilgirtibûn.