Mesûd Tek, di beşek gotinên xwe de dibêje: “Li asta Îranê da jî Qasimlo nirx û bihayên dêmokrasî, mafê jinan û mafê diyar kirina çarenusî cuda nedikir û her tim digot “azad kirina Kurdistanê bi hêztirin piştgirî ye bo xebata demokrasî û azadiyê”, Hertim dixwast Hizba Dêmokrat ligel hêzên dêmokratik a Îranê pêyvendiyeka baş û dostanî hebê”.
1. Dr.Ebdulrehiman Qasimlo herî zêde bi kîjan taybetmendiyên xwe tê nasîn, karîzma, hizir û raman, dîplomasî an jî rêberî? Sedema zindîmana nav û rêbaza wî çi bû?
Şehîd Dr. Qasimlo sercemê teybetmendiyên han hebûn. Di birurayê Kurdistanê da weki “mamostayê dêmokrasî û diplomasî” tê nasin.
Şehîd Qasimlo bi nivisina namilkeyê “Kurtebahsek Li Ser Sosyalizmê” ve, nişan daye, ku mamostayê hizir û ramanê ye.
Herweki dizanin piştî têkçona Komara Kurdistanê, Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê tuşî qeyrana nasnameyî bibû. Şehîd Qasimlo ev kes bû, ku bi hewl û xebata xwe veHizba Dêmokrat kire hizbekî netewî û dêmokratîk.
Şehîd Qasimlo ligel hevsengerên xwe, paş agirbesta şerê Îran-Iraqê, rê û xetûmeşek a guncav ligel rewşa nû daniye, ku HDK-Î îro jî li ser vê xetûmeşê dimeşe û ev yêka diselmîne, ku Şehid Qasimlo rêberekî zana û micid û gernas e.
Ji bo min taybetmendiyeka here girîng a Qasimlo, xakî bûna wî bû. Min tu caran pêkenina wî ji bîr nekiriye û nakim...
2. Qasimlo dêmokrasî, mafên jinan û mafê diyarkirina çarenûsê ji hev cuda nedidît. Ev nêrîn îro di nav opozîsyona Îranê û qada siyasî ya Îranê de di çi astekê de ye?
Belê Şehîd Qasimlo gelek girîngî dida nirx û bihayên, ku cenabê te behs kiriye û wan ji hev cuda nedikir. Her tim digot “Kurdistana otonom da jin xwediyê mafê yeksan dibe, sistema dêmokratik a pirreng û pirdeng tê ava kirinê.”
Heyamekê di hemû binke û barigehên HDK-Î da tobloyek hatibû daliqandin, ku têda binameyên dêmokrasî hebûn û digot, ku divê kadr û pêşmergeyên HDK-Î pabendî binameyên hanê bibin û wekî sîmaya dêmokrat peyrev bikin.
Belê, li asta Îranê da jî Qasimlo nirx û bihayên dêmokrasî, mafê jinan û mafê diyar kirina çarenusî cuda nedikir û her tim digot “azad kirina Kurdistanê bi hêztirîn piştgirî ye bo xebata dêmokrasî û azadiyê”. Hertim dixwast HDK-Î ligel hêzên dêmokratik a Îranê pêyvendiyeka baş û dostane hebê û bona vê armancê gelek hewl da û fidakarî kir, ku ez şahidê vê yêkê me.
Ligel evê yêkê jî Şehîd Qasimlo tu caran xebata neteweyî a gelê Kurd bi xebata giştî a Îranê ve girênedida. Hêzên dêmokrat a Îranê hatibûn tepeserkirinê xebata azadî û dêmokrasî gelek lawaz bibû, hinek hêzên opozisyonê piştgirî li rejima Axundan dikir, lê belê li Kurdistanê xebata azadî her berdewam bû.
Ez baş û bi hurgiliyê rewşa siyasî û peyvendiya hêzên Kurdisatanê bi opozisyona Îranê nizanim. Lê belê qasê, ku dibinin pêyvendiya dêmokrasî, mafên jinan û mafê diyarkirina çarenûsê li Îranê di asta here nizm da ye, ku berpirsê vê yekê ne nirxên hanê ne, tênegihiştina opozisyona Îranê ye. Bi gotineka dinê rewşa opozisyona Îranê a îro, qiymeta nirxên hanê kêmtir nake.
3. Piştî zêdetirî sê dehikan ji terora Dr. Qasimlo li Viyanayê derbas bûye, çima ev dosiye heta îro negihîştiye encamekê? Ev bûyer çi bandor li ser helwesta Ewropayê li hember terorîzma derveyî sînor a Komara Îslamî ya Îranê danaye?
Ji ber ku li ba dewletên Ewropî, bi taybetî jî li ba dewleta Otrîşê, her tim berjewendî girîng e ne maf û azadiyên dêmokratik. Rast e di heyama germayiya bûyerê da, dewletên Ewropî li dijî rejima Îranê halwest nişan dan, bo demekê pêyvendiyên xwe ligel Îranê sist kirin, dorpêça aborî û siyasî li ser rejima Îranê danin. Ev helwest bûye sedemek ji sedeman, ku cinayetên siyasî a rejimê li derveyî sînor kêmtir be.
Gotineka Mela Mistefa Barzanî heye, ku dibêje “li ba dewletan, bermilek neft ji bermilek maf û edalet û azadiyê bihatir e.” Ku, siyaseta Kurdistanê divê gotina hanê a Barzanî hertim li ber çavê xwe bigre.
4. Raman û rêbaza xebata siyasî ya Dr. Qasimlo heta çi qasekê di stratejî û gotara siyasî ya îroyîn a tevgera rizgarîxwaziya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê de berdewam e?
Bê guman raman û rêbaza Şehîd Qasimlo li ser rêxistinên dinê yên Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî yên di warê hevkarî û hevxebata hêzên welatparêz û giringiya dêmokrasiyê da hebûye û heye, lê heta çi qasekê ye, agadar ninim.
Lê baş dizanim, ku HDK-Î, hevsengerên Şehîd Qasimlo li ser xet û meşên, ku ew bi xwe daniye dimeşin. Helbet siruştî ye, ku ligel guhartina rewşê, hinek helwest û gotara siyasî yên HDK-Î bêne guhartin, lê areste herweki xwe maye.
5. Yek ji taybetmendiyên Qasimlo hewldana girêdana pirsgirêka Kurdistanê bi dêmokrasiyê li hemû Îranê bû. Ev nêrîn îro di pêwendiya di navbera partiyên Kurdistanê û opozîsyona Îranê de çi cih û girîngî heye?
Şehid Qasimlo her tim li ser pêyvendiya tekoşina azadiya Kurdistanê û xebata dêmokrasiyê Îranê tekezî dikir û bona vê armancê jî hewl dida. Lê belê herwekî min li jorê jî got, têkoşîna azadiya Kurdistanê bi xebata dêmokrasî û azadiya seranserê Îranê ve girênedida. Her tim digot “hazar dost kêm e, dijminek zêde ye” û bi vê gotinê tevdigeriya hewl dida dostên Kurdan pir, dijminê Kurdan kêm be.
Ji bername û gotara Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê xuya ye, ku bîr û ramana Qasimlo a derheqa pêyvendiya tevgera Kurd li gel opoziyona Îranê, kêm an zêde, bandor li ser rêxistinê din yên welatparêzê Rojhilatê Kurdistanê daniye, ku ev yêka girîng e û nişana mezinahiya Şehîd Qasimlo ye.
Di dawiyê de divê bêjim, ku yek ji şanaziya min ev e, ku min Qasimlo naskir û pêra giftugo û sohbet kir.
Ruhê wî û hemu şehidên Kurdistanê şad, rêbaza wan berdewam be.
Gelek spas bo gotubêja hanê.
Gelek spad bo rêzdar Mesûd Tek Siyasetmedarê naskiriye Kurd.