Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat bo Koça Dawî ya Lindsey Graham

09:58 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2026

Kak Mistefa Hîcrî, Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi vê helkeftê peyameke sersaxiyê bo malbata navborî hinart.

 

Deqa peyamê bi vî awayî ye:

Ji bo: Ofîsa Birêz Senator Lindsey Graham û Binemala wî a rêzdar!

Digel silav û rêzan,

Bi helkefta koça dawî ya Senator «Lindsey Graham»-, ez bi navê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve sersaxiya xwe ya kûr bo binemala wî a birêz radigehînim.

Nav û bîranîna Senator Graham ji ber pabendbûna hertimî bi xizmeta giştî, dilsoziya bo ewlehiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hevalbendên wê, herwisa piştgiriya wî ya berdewam ji wan kesên ku li seranserê cîhanê bo azadî, dêmokrasî û rûmeta mirovî têkoşîn kirine, bi zindî dê bimîne.

Bo gelek ji hêzên Kurdistanê û hêzên dêmokratîxwaz ên Îranê, Senator Graham dengekî rêzlêgirtî bû ku têgihiştineke kûr ji zilm û tepeserkariya rejîmên dîktator hebû û bi nirx ve li xebatkarên azadî û dadperweriyê dinêrî. Kesayetiya tije prensîb û pabendbûna wî ya bêrawestan bi wan nirxan, rêz û hezkirina azadîxwazan bo navborî zêde kiribû.

Digel hevpariya xemê û sersaxiya me ji endamên binemalê, hevkar, dost û stafê dilsoz ê ofîsa Senator Graham û hemû ew kesên ku rûmeta xizmetkirinê di pêxema azadî û mafên mirovan de ligel wî hebûye, em hêvîdar in mîrata xizmetguzarî, wêrekî û pabendbûna wî bi nirxên bilind berdewam be û bi zindî bimîne.

 

Digel rêza me

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Sikirtêrê Giştî

Mistefa Hîcrî