Donald Tiramp, Serkomarê Amerîka, roja Duşemî ragihand ku Amerîka dê projeya “çiyayê Pîkakis” (Kuh-e Kolang) li Îranê de jinav bibe û hişyarî da ku Waşington dê berdewam be di lêdana êrîşên xurt bo ser wî welatî.
Tiramp got: “Em dixwazin çiyayê Pîkaks hilweşînin, û me ji Îraniyan re got ku amade bin.
Wî herwisa got ku ew bi hûrî çavedêriya wî cihê dike û zêde kir: “Ew di bernameya xwe ya etomî de serkeftî nîne. Her dem ku em zanyariyekê li ser wan bibihîsin, emê wan bikin armanc; ji ber vê yekê em naxwazin li ser wê gelek biaxivin. Lê eger heye di demeke nêz de Pîkakis biteqe.
Çiyayê Pîkakis ku li nêzî naveda meyandina oranyûmê ya Netenzê ye, cihek gelek qahîm û ewle ye û du komên tunelên pir kûr di nav de heye.
Pisporên pêwendîdar li ser vê bawerê ne ku ev cih heta li şiyana têkşikandina bombên sengerşikên yên Amerîkayê de jî nîne.
Tiramp berê jî ragihandibû ku dê dîsa cezayan li ser keştîwaniya Îranê li Kendavê de bisepîne û derbasbûna ji Tengava Hormozê û azadiya vê garantî dike. Wî di dawiya axaftina xwe de got: “Em îşev û sibê dê êrîşên giran bikin ser Îranê û çi jî dest wan nayê.