Donald Tiramp Serkomarê Amerîka tevî wajokirina biryarek cîbicîkirinê li koşka sipî de, rejîma Komara Îslamî bi xelk kuştinê tawanbar kir û ragehand ku hikumeta Îranê tenê li meha Befranbarê de pitir li 52 Hezar kes ji xelkê nerazî ên Îranê kuştine.
Îro Sêşemî 23ê Pûşperê, Donald Tiramp ragehand, ew karê hikumeta Komara Îslamî dike bêaqilane ye û nayê qebûlkirin û ligel xelkê gelek hovane riftarê dike.
Tiramp behsa vê jî kir ku eva ku heya niha bo me rohin bûye, ewan 52 Hizar kes kuştine, herçend amara rastîn zêdetir ji vê amarê ye.
Navbirî îşare bi vê jî kir ku ew rewş li Îranê de zêde metirsîdar û nearame, lê Amerîka bi zûyî dê wê rewşê kontirol bike.
Serkomarê Amerîka herwisa li ser nearamiya rewşa niha a Îranê tekezî kir û bi hovane bi nav kir.
Tiramp ragehand ku emê dirêje bidne rêya xwe, hemû şiyanên ewan û ew tiştên peywendî bi Tengava Hormozê ve heye, emê ji nav bibin.
Navbirî bo carek din got, bi hizra min, di dawiyê de Amerîka kontirola tewaw a rewşê wê bigre dest.