Li 37emîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo de li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de çalakiyên berfireh ên teblîxî berdewam bi rê ve diçin û endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Dêmokrat û ciwanên şoreşvan bi lidarxistina wan çalakiyan, yad û navê vî rêberê navdar bibîr tînin.
Li wan çalakiyan de poster û traktên taybet bi 22ê Pûşperê hatine belavkirin û alaya pîroz a Kurdistan û logoya Hizba Dêmokrat hatine bilindkirin.
Hejmarek ji dawî çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê ev in:
Li bajarê Bokanê li gundên “Daşbend, Eebasawa, Girdê Qebrane, Alîkend, Mehmûdawa, Cemoxe, Kanî Panke, Şînawa, Eskerabad û Gamêşgulî”yê de çalakiyên berfireh bi rê ve çon.
Herwisa li Niyerê de jî çalakiyên berfireh hatine lidarxistin.
Li bajarê Mihabadê û derdora vê û herwisa li devera “Çemê Mecîdxan û bajaroka Serçinar”ê de çalakiyên teblîxî her berdewam bi rê ve çone.
Endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Dêmokrat, tevî lidarxistina wan çalakiyan peyman digel rêbaza Şehîdan nû kirin û amadebûna xwe bo encamdana her erkek hizbî û niştimanî ragihandin.