Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Brîtaniya Spaha Pasdaran xiste nava lîsteya Saziyên terorîst de

10:58 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2026

Dewleta Brîtanyayê roja Duşemî bi fermî Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê xiste nava lîsteya rêkxistinên terorîst de.

Li gorî vê biryarê, li vir şûnda endambûn di vê saziya terorîst de, beşdarîkirin di civînên wê û hilgirtin an nîşandana hêma û logoyên wê li cihên giştî dê weke tawan bê hesibandin û li dijî ev kesên ku wan kiryaran dikin dê lêpirsîn bên encam da.

Berê jî Spaha Pasdaran di bin cezayên Brîtanyayê de bû, lê hikûmetên cuda yên Lendenê ji ber astengiyên yasayî ji nasandina Spaha pastaran wekî rêxistineke terorîst xwe diparastin, ji ber ku li ser vê bawer bûn ku yasayên Brîtanyayê rê nadin ku saziyek fermî ya hikûmetî wekî rêxistina terorîst bê nasandin.

Lenden bi salane ku di bin givaşên tund ya Perleman û dezgehên ewlehiyê de bû da ku vê gavê bavêje, bi taybetî piştî ku dezgeha hevalgiriya navxweyî ya Brîtanyayê (MI5) ragihand ku zêdetir ji 20 pîlanên girêdayî Komara Îslamî ya Îranê di nav welat de pûç kiriye.

Herwisa, Ustiraliya yê jî Spaha Pasdaran wekî saziyek hikûmetî ya piştevanê terorê dinase.

Ev biryara birîtaniya bû cihê dilxweşiya azadîxwazên dijberî rêjîmê, ku Spaha Pasdaran bi berpirsiyarê li hember çalakiyên terorîst li derveyî Îranê, êrîşên saybêrî û tepeseriya tund a li dijî hemwelatiyan di nava Îranê de dizanin.