Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka Operasyonek 5 demjimêrî dijî rejîma Îranê birêve bir

14:26 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2026

Sitada Fermandehiya Navendî a Amerîka SENTKOMê ragehand, demjimêr 5 û 45 xulekên sipêdeha îro Sêşemî dawî bi nûtirîn pêlên êrîşan bi dijî Komara Îslamî anî in.

Sipêdeha Îro Sêşemî 23ê Pûşperê, SENTKOMê ragehand ku li vê operasyona 5 demjimêrî de ku li yekem demjimêra îro ve destpê kir û heya nêzîk demjimêr 6ê dom kir, hêzên Amerîka şiyane bi serkeftiyane dehan bikên serbazî ên Îranê ji nav bibin.

SENTKOMê ragehand ku binkên rejîmê li Bûşehir, Çabehar, Casik, Kinarek, Ebûmûsa û benderebas kirine amanc.

Di vê daxûyaniya SENTKOMê de hatiye ku ew operasyonên berfireh bi armanca lawazkirina şiyana serbazî a rejîmê bo êrîş dijî keştiyên Bazirganî ên Tengava Hormozê birêve çûye.

Di vê daxûyaniyê de behsa li biamancgirtina sîstema berevaniya qiraxavî, sekoya mûşek û pehpadî û şiyana serbaziya deryayî a spaha terorêst a pasdaran hatiye kirin.

SENTKOMê ragehand ku li niha de pitir ji 50 hizar hêza serbazî a Amerîka li seranserê Rojhelata Navîn de heye û li heman demê de hoşyar, amade û şiyana serbaziya baş jî heye.