Komara Îslamî bi dronan êrîşî kampa Dêgelê kir
Îşev çarşem 10ê Pûşperê (30ê Hezîranê), careke din Komara Îslamî êrîşeke dronî kire ser bingehên Hizba Demokrat.
Di vê êrîşa nû de, Komara Îslamî bi dronan kampa "Dêgelê" ya Hizba Demokrat, ku nêzîkî bajarê Koyeyê ye, kire armanc.
Kampa Dêgelê cihê niştecihbûna beşek ji malbatên Hizba Demokrat e, ku di heyama şerê 40 rojî de û herwisa piştî ragihandina agirbestê jî, çendîn caran ji aliyê Komara Îslamî ve rastî êrîşan hatiye.
Komara Îslamî ya Îranê, ji destpêka şerê xwe yê li gel Amerîka û Îsraîlê ve heta niha, bi zêdetirî 139 mûşek û dronan kampên malbatên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û bingehên dermanî û perwerdehiyê yên vê partiyê kiriye armanc.