Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Vekirina dubara ya Pirtûkxaneya Deredirêj a Kirmaşanê piştî şehadbûna Mêysem û Mocteba Weysî

15:37 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2026

Piştî çilêya du birayên Kurd ên Yarsanî û xelkê Dalaho, Mocteba Weysî û Mêysem Weysî, ku roja Pêncşemê 7ê Cozerdanê bi destê hêzên tepesekar yên rejîmê hatin kuştin, pirtûkxaneya Deredrrêj a Kirmaşanê careke din ji aliyê malbata wan ve hate vekirin.

Bavê şehîdan Mêysem û Mocteba Weysî di vîdyoyekê de, di merasîma vekirina dubare ya pirtûkxaneyê de got:

“Du kurên min heta ku di jiyanê de bûn, ji bo çand û zimanê Kurdî xebitîn. Em jî heta ku endamek ji malbata me bimîne, dê berdewam bîn ji piştgiriya zimanê Kurdî,kar û xebatên çandî.”

Herwisa Mehtab Weysî, keça Mocteba Weysî, di wê merasîmê de ragihand: “Ez wekî keça şehîd Mocteba û birazaya şehîd Mêysem radigehînim ku Pirtûkxaneya Deredirêj a Kirmaşanê dîsa deriyê xwe bi rûyê zanîn û fêrbûnê ve vekiriye. Em dixwazin zarok û ciwanên xwendevan li dora hev kom bibin û bi piştîvaniya heq, pirtûkxaneya me careke din neyê daxistin.”

Hêja yê gotinê ye ku di vê merasîmê de hejmareke berçav ji zarokan, bi taybetî keçan ku cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn, bi awayekî çalak beşdar bûn. Herwisa, xelkê deverê bi germî pêşwaziya ji vê çalakiyê kir.

Hêzên tepeserkar yên rejîmê bi tohmeta beşdarbûna di xwepêşandanên meha Befranbara 1404 de li pey Mocteba Weysî û Mêysem Weysî digeriyan. Di encam de roja Pêncşemî 7ê Cozerdanê, dema ku ew li gundê Xulekewş ya ser bi Dalahoyê xwe veşartibûn, bi teqeya rasterast ya hêzên Spaha Pasdaran hatin kuştin.

Ev du bira ji çalakvanên çandî û civakî yên civaka Yarsanan bûn û di heman demê de ji damezrînerên Pirtûkxaneya Deredirêj ya Kirmaşanê jî bûn.