Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê êrîşa bo ser rêjîmê û dorpêça deryayî dest pêkir

10:43 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2026

CENTCOMê ragihand, hêzên Amerîkayê gereke nû ji êrîşên bo ser paşmaweyên rêjîmê dest pêkirine ku bi armanca jinavbirina şiyana êrîşkirina paşmaweyên rêjîmê bo ser gemiyên ticarî li tengava Hormozê de têne kirin.

Herwisa CENTCOMê bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand ku ji demjimêr 4ê nîvro bi dema rojhilatê Amerîkayê beranber bi demjimêr 11 û 30 xulekên şevê bi dema Îranê, dorpêça deryayî ya gemiyên ku bo aliyê qiraxavên Îranê ve diçin an jê derdikevin, dest pêkiriye.

Amerîkayê li dora nû ya êrîşan de bo ser paşmaweyên rêjîmê, binkeyên serbazî, navendên mûşekî û dironî û herwisa enbarên paşkevtkirina diron û mûşekan û binkên radarî li bajarên wek “Çabihar, Bûşêhr, Bender Ebas” û çendîn cihên din kirine armanc.