Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî bi hilkefta 22ê Pûşperê li Rojhilatê Kurdistanê her berdewam in

10:47 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2026

Li 37emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo de endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Dêmokrat û ciwanên şoreşvan bi lidarxistina çalakiyên teblîxî li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê yad û navê vî rêberê navdar bibîr tînin.

Li wan çalakiyan de durûşm li ser dîwaran hatine nivîsandin û poster û traktên taybet bi 22ê Pûşperê hatine belavkirin û Ala ya pîroz a Kurdistan û logoya Hizba Dêmokrat hatine bilindkirin.

Hejmarek ji dawî çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê ev in:

Li bajarê Banê de çalakiyên teblîxî bi rêve çon.

Li bajarê Awdananê ser bi parêzgeha Îlamê çalakiyên berfireh hatine lidarxistin.

Li devera Çemê Mecîdxan ser bi bajarê Mihabadê, li bajaroka Serçinarê de çalakiyên teblîxî berdewam bûne.

Li bajarê Rewanserê de jî endamên Hizba Dêmokrat peyman digel rêbaza Şehîdan nû kirin.

Têkoşerên Dêmokrat tevî lidarxistina wan çalakiyên teblîxî, amadebûna xwe bo encamdana her erkekî Hizbî û niştimanî, ragihandin.