Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Tengava Hormozê de 2 neftkêşên Îmaratê bûne armanc

10:49 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2026

Wezareta Berevanî ya Îmaratê, ragihandiye ku 2 neftkêşên wî welatî li tengava Hormozê de bûne armanca êrîşên paşmaweyên rêjîmê û kesekî xelkê Hindistanê yê ji personelên gemiya Mombasa li wan êrîşan de hatiye kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûne ku birîna 4 ji wan dujwar e.

Pêka gotina Wezreta Berevanî ya Îmaratê, neftkêşên “Mombasa û El-Behiye” bi 2 mûşekên Kurûz li avên welatê Omanê li tengava Hormozê de bûne armanc û personelên birîndarbûyî, yên wan êrîşan, 6 kes xelkê Hindistanê û 2 kesên din jî xelkê Ukraynê ne.

Wezareta Berevanî ya Îmaratê, tevî îşarekirin bi xisarên malî û caniye wan êrîşan, ragihand ku bersivdan bi wan êrîşan bo xwe parastî dibîne û herwisa ragihand ku ev kiryar, êrîşa eşkere û binpêkirina micid a mafên navnetewî ye û ser ewlehî û aramiya deverê bûye gef.