Pît Heksêt, Wezîrê Beravanî yê Amerîkayê, li roja Sêşemî 14ê Tîrmehê, piştî hevdîtin digel Elî El-Zeydî Serokwezîrê Îraqê, daxwaz ji dewleta Îraqê kir ku bi çekkirina milîsên ser bi paşmaweyên rêjîma Îranê, desthilata xwe bi ser wî welatê de cîbicî bike.
Pît Heksêt li peyama xwe ya li tora civakiya “X” de nivîsandiye: Bo kûrbûna hevkariyên dualî, dewleta Îraqê dibe desthilata xwe cîbicî bike û girûpên girêdayî bi rêjîma Îranê ku berpirsê zêdetir ji 600 êrîşên bo ser hêzên Amerîkayê li demsala Bihara îsal de ne, çek bike”.
Herwisa navbirî got: Amerîka çavnihêr e ku hêzên ewlehî yên Îraqê ên wek Hêza Pêşmerge û hêzên din ên ewlehiya Herêma Kurdistanê, bi nêzîkbûna dawîhatin a erkê Hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî DAÎŞê, roleke girîngtir li rawestan li hember DAÎŞê hebe.
Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê ragihand: Îraqek ewleh, rê bo berfirehtirkirina hevkariyên ticarî û berevanîkirinê, xweş dike.
Serokwezîrê Îraqê bo serdanekî fermi geheşte Amerîka û ji aliyê Tirampê Serkomar û desthilatdarên dine ve hate pêşwazîkirin.
Mijar û daxwaz û cehda sereke a Amerîka ev e ku bikare di vê rewşê de destê rêjîma Îranê li Îraqê de kurt bike.