Dadgeha bilind a Sizakirinê a Behrêynê, li 2 dosyeyên cuda de 3 terorîstên ser bi spaha pasdaran a terorîst, bi tohmeta hevkarî digel spaha pasdaran bo encamdana kiryarên alozker, bi girtîgeha heta hetayî siza kirin.
Pêka daxuyaniya dadgeha Bilind a Behrêynê, wan 3 kesan zanyariyên ewlehî û wêneyên navendên hestiyar û startejîkên Behrêynê bo paşmaweyên rêjîmê şandine da ku li dema êrîşan de bikin armanc.
Li dosyeya yekem de kesek ku li derveyî Behrêynê bûye, bi kesekî li navxweyê Behrêynê spartiye zanyariyên hestiyan ji cihên girîng kom bike.
Li dosyeya Duyê de kesek bi rêya akawneteke ser bi sapha pasdaran a terorîst ve vîdyoyên êrîşên pêştir ên ser damezraweyên Behrêynê û xerîteya çend navendên din bo lêdanê, bo wan şandine.
Dadgeha Bilind a Behrêynê, tekez kiriye ku lêkolînan eşkere kiriye ew zanyariyên ku ji aliya wan kesan ve hatine şandin, rola rasterast li êrîşên paşmaweyên rêjîmê bo ser hejmarek ji damezrawe û navendên girîng ên Behrêynê hebûye û ewlehî û aramiya wî welatî xistine metirsiyê.