Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp bijardeya berfirehkirina êrîşan bo ser Îranê gengeşe dike

13:40 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2026

Malpera Aksiyosê li zarê sê çavkaniyên agehadar ve ragehand ku Donald Tiramp Serokomarê Amerîka, roja Sêşemî li odeya rewşa neasayî a Koşka sipî de ligel berpirsên pilebilind ên ewlehî û serbazî bo gengeşekirina zêdetirkirina operasyonên dijî Îranê kom bûn.

Li gorî wê raportê, ew bijardeye hatine behis kirin ku êrîşên zêdetir li operasyonên niha a derdora Tengava Hormozê ji xwe digrin.

Aksiyos ragenand amanc ji vê pêngavê, zêdekirina givaşan bo ser Tehranê bi armanca vekirina Tengava Hormozê û qebûlkirina daxwaziyên Waşingtonê derheq bi bernameya etomiya Îranê ye.

Li wê kombûnê de, CD Vênis, Marko Robiyo, Pît Hêgêst, Den Keyîn, Can Ratklîf, Sitîv Wîtkaf û hejmarek li berpirsên din ên pilebilinde dewleta Amerîka amade bûn.

Ew raport hevdem ligel zêdebûna êrîşên Amerîka bo ser emancên serbazî ên Komara Îslamî û zêdebûna aloziyên navbera herduk welatan belav bûye.