Li roja Çarşemî 1ê Tîrmehê CENTCOMê bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de ragihand ku danûstandinek li navbera berpirsên payebilind ên serbazî yê 12 welatên deverê li civîna li bajarê Menamê, paytexta Behrêynê de bi beşdariya CENTCOMê bi rê ve çoye.
Pêka vê raporê, General “Bred Kûpir” ê fermandeyê CENTCOMê digel berpirsên payebilind ên serbazî yên welatên “Behrêyn, Misir, Ordon, Kuweyt, Lubnan, Oman, Qeter, Erebistan, Sûriye, Îmarat û Yemen”ê li derheq rewşa ewlehiya deverê û rêkarên berfirehkirina hevkariyên berevanîkirinê li navbera welatên deverê, gotûbêj kirine.
CENTCOMê ragihandiye ku beşdarbûyên vê civînê, tekezî bi ser soz û pêbendiya xwe bo parastina pêwajoya azad a ticaretê li tengava Hormozê de kirine.