Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerizayetî li Îranê de berfirehtir dibin û xwenîşandanan destpê kiriye

14:08 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2026

Destpêkirina xwenîşandanên şofêran li Tehranê, û hêzên tepeserkar ên rêjîmê bi gaza rondikîner û batuman êrîş kirne ser xwenîşanderan.

Îro 24ê Pûşpera 1405an, xwenîşandanên şofêran li kolana Velîesr dest pê kirin. Li gorî raporan, hêzên ewlehiyê bi bikaranîna gaza rondikrij û batuman êrîşî xwepêşanderan kirin.

Yekîtiya hewahengiya Şofêrên Tevahiya Welat bi weşandina daxuyaniyeke lezgîn, ev êrîş bi tundî şermezar kir.

Di vê daxuyaniyê de hatiye ragîhandin: Em her cure êrîş û hovîtiyê di bin her navekî de li dijî şofêran şermezar dikin û ji hemû şofêran dixwazin ku tevlî vê greva giştî bibin. Protestokirin ne sûc e, lê belê mafê yasayî yê welatiyan e.

Yekîtiya hewahengiya Şofêran li Îranê careke din bal kişand ser hewcedariya parastina aramiyê û şopandina daxwazên qanûnî, û ji şofêran xwest ku bi yekîtî û hevgirtinê beşdarî vê tevgera giştî bibin.