Donald Trump: Serkomarê Amerîkayê roja Çarşemî 15ê Tîrmehê de ragihand, Amerîka dê hemen şêwaza ku li Îraq û Sûriyê de DAÎŞ rastî şikest kiribû, dê spaha pasdaran a terorîst jinav bibe.
Serkomarê Amerîkayê ev yeka jî ragihand ku niha tekeza vî bi ser jinavbirina spaha pasdaran a terorîst e û spaha pasdaran derdora %90 a şiyana cebilxaneya xwe ji dest daye.
Donald Trump eşkere kir ku bi lezgînî paşkevta cebilxane û alavên Artêşa Amerîkayê zêde dike û dema çêkirina mûşekan ji salekê heta sal û nîvekê, niha li heftiyek an kêmtir de berhem tine û sermayeya beşa berhemanîn a Amerîkayê jî gelek zêde bûye û ji aliyê hevpeymanên Amerîka û xwedî sermayeyên biyanî yên wek Erebistanê ve zêdetir ji 19.2 Tirîlyon Dolar sermaye bo Amerîkayê tê.