Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Digel zêdebûna aloziyan bihayê Dirafê Îranê zêdetir dadikeve

09:44 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2026

Bi bilindbûna berdewam a nirxa Erz li bazara azad a Îranê, roja Pêncşemî nirxa her dolarekî Amerîkayê ji 188 hezar tûmenî derbas bû; ev bilindtirîn nirx e ji dema ragihandina lihevkirina dawîpêanîna şer û îmzekirina peymannameya jihevtêgihîştinê ya Îslamabadê di navbera Îran û Amerîkayê de.

Li gorî rapora malperên ragihandina nirxê Erz veguhastiye, ev zêdebûn hevdem ligel berdewamiya êrîşên Amerîkayê li ser deverên cuda yên Îranê û daxuyaniya Donald Tiramp a derbarê sepandina dorpêça deryayî ya li ser bender û keştiyvaniya vî welatî çê bûye.

Li gorî vê raporê, roja çarşemê nirxê Dirafên din jî bilind bû û Euro gihîşt nêzîkî 215 hezar tûmenî, Nirxa sikeya zêr jî gihîştiye 185 milyon tûmenî.

Nirxê diraf û zêr, piştî ku di dema şer de gihîştibûn rekorên nû, bi îmzekirina peymannameyê di navbera Îran û Amerîkayê de, bi awayekî rêjeyî û berbiçav kêm bibû, lê ev du roje dîsan rû bi bilindbûnê kiriye û her diçe zêde dibe, ev nirxa serve amaje pê hatî kirin, nirxeke ku danê serê sibeha îro hatibû ragîhandin, renge heya niha gelek guhertin bi ser de hatibe.