Hêzên hevpeymanan, 8 dironên rêjîma Îranê li esmanê Hewlêrê de teqandin.
Pêka rapora hêza Dije Teror a Herêma Kurdistanê, şeva derbasbûyî demjimêr 9ê şevê, li heyama niv demjimêran de hêzên Hevpeymaniya bi rêberatiya Amerîkayê, 8 dironên ku ji aliyê paşmaweyên rêjîma Îranê bo aliyê Hewlêrê ve hatibûne avêtin, li esmanê Hewlêrê de kirine armanc û teqandine.
Herwisa nûçegihaniya Firansê jî li vê derheqê de ragihand, çendîn dironên ku li esmanê Hewrêrê de hatibûne dîtin li esman de hatine teqandin û dengê teqînan hatine bihîstin û dûkel li nêzî balyozxaneya Amerîkayê hatiye dîtin.
Êrîşa dironiya paşmaweyên rêjîma Îranê, hevdem digel serdana Elî El-Zeydî, Serokwezîrê Îraqê bo Amerîkayê hatiye kirin.
Spaha pastaran a terorist ji televîzyona fermi a rêjîmê ve kêşa ustiyê xwe û ragîhand ku ev êrîş û avêtina dironan bo lêdana hêzên Rojhilatê Kurdistanê bûye, ev îdiaya spaha terorîstî di demekê de ye ku hemî ev dironane li ser bajarê Hewlêrê hatine teqandin.
Ev êrîşa rêjîma terrorist bo ser Herêma Kurdistanê, ji aliyê piraniya desthilatdarên Îraqêv e hate şermezarkirin.