Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Greva Birçîbûnê ya 1500 Girtiyên bin sizayê bidarvekirinê li Qizilhîsarê

10:56 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2026

Çalakiya greva birçîbûnê û rûniştina berfireh a nêzîkî Hezar û 500 girtiyên ku sizayê bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin,  di beşa 2 ya girtîgeha Qizilhîsar a Karajê de, roja Pêncşemiyê 25ê Pûşpera 1405an kete roja xwe ya Çwaremîn. Ev nerazîbûna mezin piştî veguhastina pênc girtiyên mehkûmê sêdarê bo odeyên takekesî dest pê kir û niha veguheriye bi nerizayetiyekî giştî li dijî cîbicîkirina sizayên bidarvekirinê.

Girtiyan bi weşandina vîdyoyekê ji hundirê girtîgehê daxwazên xwe anîn ziman. Ew dibêjin: «Em daxwaza betalkirina hukmên sêdarê dikin. Ji berpirsan dixwazin ku bi kêmkirina pileyekê di cezayê me de, derfetê bidin me ku em vegerin cem malbatên xwe.»

Girtî di peyama xwe ya ji bo gel de bang dikin: «Em jî beşek ji vê civakê ne, ji kerema xwe re bibin dengê me û durûşma "Na ji bo sêdarê re" li her derê bang bikin.»