Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Tiramp li êrîşa nû bo ser rêjîmê d amaje bi şikesta vê rêjîmê kir

12:09 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2026

Li 5emîn dora êrîşên berfireh ên Artêşa Amerîka bo ser rêjîma Îranê li demjimêrên dawî yên roja Çarşemî û demjimêrên destpêkiya roja Pêncşemiyê 25ê Pûşperê de dehan armanc li Îranê de hatine teqandin û paşmaweyên rêjîmê jî bi diron û mûşekan çend welat kirine armanc, li vê derheqê de Donald Tiramp ragihand ku ev rêjîme li demeke kurt de dê rastî şikestê bibe.

Li vê derheqê de CENTCOM ê ragihand ku li wan êrîşan de binkeyên fermandehî, sîstema berevaniya esmanî, şiyana mûşekî û dironî û herwisa damezraveyên qiraxaviyên çavdêriya deryayî ya rêjîmê kirine armanc da ku şiyana wê rêjîmê li gefa bo ser gemiyên ticarî, kêm bikin.

Herwisa “CENTCOM”ê ragihand, li bajarên Têhran, Bender Ebas, Tewrêz, Simnan, Xuremabad û Urmiyê de çendîn armanc teqandine.

Pêka gotina “CENTCOM”ê sîstema berevaniya qiraxavî û sayta mûşekên Kurûz li girava Tonbê mezin de kirine armanc û teqandine.