Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bi dirafê azadkirî dê berhemên werzêrên Amerîkayê bikire

10:14 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2026

Pêka rapora El-Erebiye, Amerîka û paşmaweyên rêjîmê li derheq azadkirina beşek ji darayiya Îranê bo kirîna berhemên werzêrî ji Amerîkayê lihev kirine lê bi çi awayek diraf bi rêjîma Îranê nayê dan û bi tenê bo kirîna xwarinan dê bê bikaranîn.

Li vê derheqê de Xulamriza Nûrî, wezîrê werzêriya rêjîmê tekez kiriye ku egera vê heye berhemên werzêrî ji Amerîkayê bêne kirîn û bikaranîna dirafê ragirtî yên Îranê bo kirîna berhemên bingehîn bi qazanca Îranê ye û hewcehiyên aborî dabîn dike.

Pêka vê raporê, piştî danûstandina li navbera Amerîka û paşmaweyên rêjîmê li roja Çarşemiyê 1ê Tîrmehê, dê nêzî 3 milyard Dolar dirafê ragirtî yê Îranê azad bibe ku dê bo kirîna berhemên werzêrî ji Amerîkayê bê bikaranîn.

Ev îdiaya rêjîmê ku ragîhandibû li dema danûstandinan de parek ji dirafê zevtkiriye xwe wergirtiye, hem ji aliyê Amerîka û hem ji aliyê Qeterê wek naybençî, bi temamî hatibû redkirin