Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê dîsan gef li Tiramp xwar

15:28 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2026

Berdevkê Baregeha Xatemul Enbiya di daxuyaniya xwe ya herî nû de gefên tund li Amerîka û Donald Tiramp kirin û ragihand ku heger Amerîka gefên xwe bike pratîk, dê ji nav biçe.

Îbrahîm Zulfeqarî, îro pêncşemê 25'ê Pûşperê, gotinên Donald Tiramp ên derbarê armancgirtina jêrxanên enerjiyê yên Îranê de wekî "pûç" bi nav kir û got: "Heger Amerîka wî karî bike û enerjiya me bike armanc, em ê hemû jêrxanên wê li seranserê herêmê ji nav bibin."

Zulfeqarî got: "Em ê hemû jêrxanên girîng ên Amerîkayê li seranserê herêmê di bikin xwelî ku wisa hîs bikin ku qet tune bûye."

Donald Tiramp di rojên borî de gef li rejîma Îranê kiribû ku heger ew li ser hewlên xwe yên şerxwazane berdewam bin, ew ê jêrxanên elektrîkê û rêyên sereke yên Îranê bike armanc.