Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sîstema berevaniya esmanî yên Behrêyn û Ordonê, êrîşên rêjîmê têkşikandin

15:30 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2026

Fermandehiya Giştî ya Hêza Berevaniya Behrêynê roja Pêncşemî 25ê Pûşperê de ragihand ku êrîşa dironî û mûşekiya rêjîmê bo ser wî welatî têkşikandiye û li esmanê welatê xwe de ev mûşek û diron, teqandine.

Artêşa Behrêynê tekez kir ku rêjîma Îranê dijayetiya xwe ya sîstematîk bi rêya destdirêjiya cinayetkarane bi dijî xelkê medenî yên Behrêynê, berdewam dike.

Ji aliyê din ve nûçegihaniya Fermî ya Ordonê ragihand ku Artêşa Ordonê, her 8 mûşekên avêtiyên rêjîma Îranê bo ser Ordonê, ji aliyê sîstema berevaniya esmanî ve li esmanê Ordonê de hatine teqandin.

Vê nûçegiyaniyê tevî îşarekirin bi amadebaşiya hêzên çekdar ên Ordonê, ragihand ku li vê êrîşa paşmaweyên rêjîmê de ti xisareke canî û malî bi wî welatî nekevtiye û Artêşa Ordonê amadeyê bersivdan bi her êrîşek bi taybet êrîşên esmanî ne.