Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komela Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ragîhand: Di êrîşeke Komara Îslamî de 9 pêşmerge şehîd bûn

12:07 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2026

Komela Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê di daxuyaniyeke fermî de ragihand ku serê sibeha îro 26ê Pûşpera 1405, baregehên wan ên li derdora Zirgwezeleyê ketine ber êrîşeke dijwar a mûşekî ya rêjîma Komara Îslamî ya Îranê.
​Li gorî daxuyaniyê, êrîş di demjimêr 6 ê sibê de pêk hatiye û di encamê de 9 pêşmergeyên Komelê bi navên "Ferhad Qemerî, Suroş Nesrî, Sîna Seferî, Yasîn Kiyanpûr, Ehmed Mehmûdî, Reza Sadiqî, Kesra Rehmannijad, Siyawan Nîkîxa û Zekeriya Feqê Hesen Axa" şehîd bûn.
​Sikirtariya ya Komîteya Navendî ya Komelayê ragîhand ku ji destpêkirina şerê 39 rojan ve, Komara Îslamî nêzîkî 40 caran bi sedan dron û mûşekan êrîşî baregehên wan kiriye, lê belê nikare îradeya xebatê ya gelê Kurd lawaz bike.
​Komelayê hevxwahiya xwe ya kûr ji bo malbatên şehîdan û xelkê têkoşer ê bajarên Dîwandere, Şabad, Merîwan, Şazend, Bane û bi taybetî Bokanê diyar kiriye, ku di vê êrîşê de çar pêşmergeyên xwe pêşkêşî karwanê serbilind ê şehîdan kirine.
​Komelayê tekez kiriye ku xwîna wan hevalên ku daxwaza wan dîtina Kurdistaneke azad û dêmokrat bû, bi heder naçe û ev tawana tenê moralê pêşmergeyan bihêztir dike û dê bibe bingeha şoreşeke bi gurtir li dijî rejîma terorîst a Îranê.