Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Amerîka li başûrê Îranê de, gelek pire herifandin

09:46 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2026

Serokê Polîsê Trafîkê yê Fermandariya Ewlehiyê ragihand ku bi sedema êrişên li ser pir û tunelên parêzgeha Hormuzganê, beşek ji rêyên sitratêjîk yên vê parêzgehê hatine girtin û hatinûçon heta haydariyekî din ne misoger e.

Desthilatdarên rêjîmê êtiraf bi vê kirin ku bi sedema êrîş û bombebarana Amerîka ve, rêyên derketinê yên Hormuzganê ber bi parêzgehên Fars û Kirmanê ve qut bûne, û neveşartin ku ji ber êrişên şeva derbasbûyî û çend rojên borî yên li ser hejmarek pirê û rêyên wê herêmê hatine girtin.

Amerîkayê di şevên dawî de êrişên xwe yên li ser pir û rêyên tiranzêtî yên parêzgeha Hormuzgan, Ehwaz, û piraniya bajarên başûrê Îranê dijwartir kirine. Berpirsên Amerîkî dibêjin ku armanca van êrişan astengkirina rêyên lojîstîkî yên hêzên leşkerî yên Îranê ye, lê berpirsên Komara Îslamî van êrişan wekî armancgirtina jêrxanên sivîl bi nav dikin.