Welatên “Qeter û Pakistan” wek 2 navbendçiyên danûstandinên li navbera Amerîka û paşmaweyên rêjîma Îranê ragihandine ku civîna bê ya danûstandina li bavbera Amerîka û paşmaweyên rêjîma Îranê, piştî binaxkirina Elî Xamineyî dê bê kirin.
Li vê derheqê de Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê li roja Çarşemî 1ê Tîrmehê ragihand ku pêşketinek erênî li navbera Amerîka û paşmaweyên rêjîma Îranê de çê bûye û herduk aliyan lihev kirine ku li civîna bê de danûstandinê berdewam bikin.
Pakistanê jî li daxuyaniya xwe de îşare bi pêşketina erênî li vê danûstandinê de kiriye.
Pêştir rojnameya “Axios” nivîsandibû ku civîna li bajarê Dohê dê rewşa tengava Hormoz, darayiya bikokbûyî ya Îranê û agirbesta li Lubnanê, li xwe digre.