SENTKOMê ragehand ku hêzên wan şeva Înê bo heftemîn şeva li ser yek, li êrîşên xwe de bo ser pêgehên Komara Îslamiya Îranê berdewam bûn û qonaxek din dawî pê anîn.
Li gorî daxûyaniya SENTKOME, li wan êrîşan de ku bi beşdariya firokên şerker, diron û keştiyên şerker hatine encam dan, çendîn navendên çavedêrî, jêrxanên Locîstîkî ên serbazî, kogayên binerdî ên çek û teqemeniyan û şiyana hêzên deryayî ên Îranê kirine amanc.
Hevdem îşare bi vê jî kir ku bi fermana Donald Tiramp, dorpêça deryayî a benderên Îranê bi temamî wê bê cîbicîkirin û pitir li 50 hezar serbazên Amerîka li Rojhelata Naverast de li amadebaşiya tewaw de ne.
Ji aliyekî din ve medyayên fermî ên rejîmê piştrast kirine ku li çendîn bajar û deverên Başûr û naverasta Îranê wekî Bûşêhir, Benderebas, Qişim, Sîrîk, Xûremava, Lorstan, Yezd, Ehwaz, Umêdiye, Casik û dûrgeyên Lark û Hormozê de dengê teqînên bihêz hatine bihîstin.
Parêzgariya Hormozganê ragehandiye ku bi sedema bombebarana firêkên şerker ên Amerîkayê ve, tonêla Mîrzayî li rêya çûn û hatinê bi temamî hatiye daxstin.
Herwisa pira çemê şûr li ser rêya Benderebas bo Sîrcanê, ligel pira Sêrêyana Mînab hatine bombebarankirin û hatinûçona maşînan jî bi temamî hatiye seknandin.
Parêzgariya Bûşehrê ragehand ku damezravên berq û pompên avê li lengerên gundê boncî ser bi şaristana Casikê bûne amanca êrîşan.
Li gorî raporta nûçegihaniya hikumetî a Îrnayê, li parêzgeha Hormozganê aliyê kêm sê kes hatine kuştin û heşt kesên din jî birîndar bûne.