Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşên rêjîmê bo ser Behrêyn, Kuweyt û Herêma Kurdistanê zêdetir bûne

13:55 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2026

Hevdem digel berfirehtirbûna êrîşên Amerîka po ser binke û navendên serbazî û jêrxanên paşmaweyên rêjîmê li Îranê, êrîşên vê rêjîmê bo ser welatên “Behrêyn, Kuweyt û Herêma Kurdistanê” zêde bûne.

Artêşa rêjîmê îdia kiriye ku li bersiva êrîşên Amerîkayê de binkeya esmaniya “Şêx Îsa” li Behrêynê kirine armanc û spaha pasdaran a terorîst jî îdia kiriye vêzgeha piştevanîkirina deryayî ya şewata navgana Amerîka li bajarê Qiraxaviyê “El-Ehmedî” li Kuweytê û “Şêx Îsa” li Behrêynê ku ji aliyê Amerîkayê ve têne bikaranîn, kirine armanc.

Îdiayên rêjîmê li halekê de ye ku piraniya nêzî bi tevav a wan êrîşan li esman de hatine teqandin û cihê medenî armanca wan êrîşan bûne û Ordonê jî ragihandiye ku 10 mûşekên rêjîmê li esman de teqandine.

Ji aliyê din ve Herêma Kurdistanê bûye armanca diron û mûşekên paşmawqeyên rêjîmê û xelkê medenî û herwisa navendeke berhemanîna barûtê li Silêmaniyê, bûye armanc.