Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha pasdaran berdewam êrîşê dike ser Herêma Kurdistanê

13:57 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2026

Şeva Înê Barûtxaneya Tasloce ya ser bi Devera Silêmaniyê keftiye ber êrîşa hovane a rêjîma Îranê

Birêveberê havarêdaçona bilez a Silêmaniyê ragehand di encama wan êrîşan de çend birîndar hene lê birînên wan sivik in û bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.

Şeva Înê, bi çar dironan êrîş bo ser hewlêrê hatiye kirin, lê berevaniya esmanî berî evê ku diron bigehne armanca, li Esman de hatne têkşikandin, û ti zirarên canî nebûne.

Şeva derbasbûyî jî li bajarê Silêmaniyê 9 pêşmergên Komeleya bi sedema êrîşên mûşek û dironiye rêjîma terorîste kimara Îslamî ve, li derdora Zirguzelê şehîd bûn û çend kes jî birîndar bûn.

Wan êrîşên rêjîma Îranê bo ser Herêma Kurdistanê gelek bertekên nawçeyî û navdewletî bi du xwe de anîn Ev êrîş ji aliyê hikumeta Kurdistanê, hikumeta Îraqê û piraniya welatên nawçê ve hatin şermezarkirin.

Li derheq şehîdbûna 9 Pêşmergên Komelê jî Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, di peyamekî fermi de, tevî sersaxî bi malbat û hevçeperên şehîdan û Komelê, hevxemiya xwe ragîhand û ev cinayeta rêjîmê şermezar kir.

 her di heman şevê de çendîn êrîşên mûşek û dironî bo ser bajarê Hewlêrê jî hatine kirin.

Li destpêka şerê di navbera Amerîka û Îsraîlê rejîma Îranê herêma Kurdistanê bi nêzî Hezar mûşek û dironan kiriye armanca êrîşan, li encamê de pitir ji 30 kesî şehîd bûne û 141 kes jî birîndar bûne.