Piştî şerxwaziyên paşmaweyên rêjîmê û şikesta aborî, nirxa Dolar li bazarên Îranê de roj bi roj bilintir dibe û pêka dawî raporên aborî li sibêdeha roja Şemî 27ê Pûşperê, nirxa Dolar li bazara Têhranê de ji 193 hezar Tûmenî derbas bûye û bi 193 hezar û 500 Tûmenî hatiye firotin.
Herwisa li wan raporên aborî de hatiye îşarekirin ku nîşandeka giştî ya bazara bûrs a Têhranê, 107 hezar yeke, daketiye ku sêyemîn daketina giran li heftiya derbasbûyî heta niha ye.
Siyaseta çewt û şerxwazaneya paşmaweyên rêjîmê, aboriya Îranê rastî îflasê kiriye û bi taybet hederdana dahata xelkê Îranê bo xerckirina li pîlanên qirêj û cinayetkarane û pîşeya navkî û mûşekî, aboriya Îranê roj bi roj xirabtir dike.
Daketina bihayê dirafê Îranê ku pêşbênî tête kirin, ku nirxa Dolarekê bigehe 200 Hezar Tûmenî, bandora rastevxwe danaye ser jiyana rojane a xelkê, û tewerom, bihatiya hewcehiyên rojane û xwarinan, bihabûn û destnekeftina dermanan, sekinîna kar, li welat de felaket çêkiriye û tu tiştek ji bo rêjîmê girîng nine, tenê parastina desthilata kevneperestane yaw ê nebe.
Bêzarî, nerizayetî, bersivder nebûna sergêrên malbatan bi jiyanê, bi curekê jiyana xelkê rawestandiye û dengê teqîna nerizayetî û kerbê xelkê bi wan zûkatiyan dê seranserî welat bigre.