Li berdewamiya karvedanên navdewletî de, Wezareta Derve a welatê Qeter û Îmaratê li du daxûyaniyên fermî de, bi tundî êrîşên mûşek û dironî ên rejîma Îranê bo ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin.
Herdûk welat ew bombebaran bi binpêkariya eşkere a serweriya xaka Herêma Kurdistan û Îraqê û pêpeskirina yasayên Navdewletî bi nav kirin ku dibe gefek rastewxwe bo ser ewlehî û aramiya giştî li deverê de.
Qeterê tekezî ji vê kir ku hewceye dever li lêkeftên wan cure êrîşane bête parastin ku tu hêcetek nîne û daxwaz kir ku rêrewa dîplomasiyê û danûstandinê bo kêmkirina aloziyan bikeve ger.
Hevdem Îmaratê ew êrîş bi dujminkarane bi nav kir û ragehand ku zêdebûna wê şêwazê ewlehiya cîhanê dixe jêr metirsiyê.
Di dawiyê de, Dohe û Ebûzebî hevsoziya xwe bo Hikumeta Herêma Kurdistan û Îraqê dubare kir, herwisa piştgîrîya xwe bo tev wan pêngav û rêkarên yasayî û ewlehî da xûya ku berpirsên Îraqê û Herêma Kurdistanê bo parastina ewlehî û serweriya xaka xwe digirne ber.
Her li wê derheqê de Fuwad Husêyn wezîrê derve yê Îraqê ragîhand ku hewil tê dayîn ku pê Îraq û Herêma Kurdistanê jî bikêşne nava şer, hem Îraqê û hem jî Herêma Kurdistanê daxwaz ji Îranê kirin ku wan êrîşan bo ser Herêmê bisekinîne û daxwz ji civatgeha navnetewî jî kirin ku pêşya êrîşên rêjîma Îranê bigre.