Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Herifîna Dîwarê Şerm û Tirsê: Caşatiya Eşkere li Kurdistanê

15:13 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2026

N. Hemîd Çepatî

 

Di civakên bindest de, sîxurî û hevkariya bi desthilatdariyê re (ku li Kurdistanê wekî "caşatî" tê naskirin) her dem wekî nexweşiyeke giran û pîs li ser laşê civakê dihat dîtin. Berê, kesên xwefiroş û caş di nav tirseke mezin de dijiyan, Ji aliyekî ve ji ber rûreşbûn li pêşberî gel, û ji aliyê din ve ji ber tirsa tolhildana partiyên siyasî. Lê di van salên dawî de, bi taybetî piştî ku serhildanên gel sar bûn û siyasetên nû yên ewlehiyê yên desthilatdariyê dest pê kirin, civaka Kurdistanê bi guhertineke giran a derûnî re rû bi rû maye. Ew jî derbaskirina ji caşatiya veşartî ber bi caşatiya eşkere û bêşerm e. Îro êdî ne veşartin heye, ne rûgirtin û ne jî tirsa ji rûreşbûnê, rûyê nû yê vê xiyanetê bi bêşermiyeke mezin li ber çavan e.

Sedema yekem a vê guhertina reftarê, plana nû ya desthilatdariyê ya ji bo "asîmîlasyonê" (yanî yekdestkirina çandî û siyasî) ye. Bi salan, asîmîlasyon li Kurdistanê bi rêya leşkerî, girtîgeh, sêdare û zextên tund dihat kirin. Vê serkûtkirina tund û tîj her dem sînorê di navbera "me" (civakê) û "wan" (desthilatdarî û caşên wê) zelal dihişt û hestê berxwedanê xurtir dikir.

Lê îro, ev plan guheriye û êdî êrîşî hiş û derûniya mirovan dike. Armanca wan a nû ne tenê tinekirina fîzîkî ye, belkî ew e ku rê li ber fikir û ramanên guhertinê bigirin. Desthilatdarî bi şerê derûnî, hestê teslîmbûnê di nav gel de belav dike. Ew dixwazin nîşan bidin ku berxwedan û nirxên exlaqî bêfeyde ne û tenê tiştê girîng, jiyana aborî ya kesane û teslîmbûn e. Di vê rewşa xerab de, caş êdî xwe wekî gunehkar nabîne, berovajî, xwe wekî kesekî zîrek û realîst dihesibîne ku rêya hêsan a jiyanê hilbijartiye.

Di civaka Rojhilatê Kurdistanê de, "şerm" û "rûreşkirina ji aliyê civakê ve" amûrên herî xurt bûn li dijî xiyanetê. Berê, kesên hevkarên dujminan, her çend xwedî drav û hêz bûn jî, di nav civakê de bi tenê bûn. Di dawet, şîn û şahiyan de, xelkê rûyê xwe ji van kesan dizivirand û ev cezakirina derûnî ji lêdana fîzîkî girantir bû.

Lê çima ev dîwarê şermê hilweşiya? Piştî serhildanên mezin mîna şoreşa Jîna, gel bi can û malê xwe hatin meydanê û her tiştê xwe da ber çavan, lê ji ber ku zextên desthilatdariyê pir giran bûn, encameke zû bi dest nexist. Di vê xalê de, derûniya civakê tûşî dilşikestin û westaneke mezin bû. Gava civak hîs bike ku nikare guhertineke mezin çêbike, êdî kontrola xwe ya li ser tevgerên xirab ên kesên din jî sist dike.

Ji aliyekî din ve, desthilatdarî rê û îmkanên mezin dide van caşan, li ser torên civakî piştgiriya wan dike û parastina wan a ewlehiyê dike. Gava dîtina van kesan li ser înternet û televizyonan dibe tiştekî rojane, êdî hestiyariya civakê jî wekî berê namîn e û xirabiya wan di çavê xelkê de normal dibe. Di encamê de, tirsa van kesan ji bêrûmetbûnê namîne.

Ev rewş girêdayî sistbûna rola partiyên siyasî yên Kurdistanê ye jî. Berê, partî wekî dadgeha exlaqî ya herî bilind dihatin dîtin û caş û îxanetkar pir ji wan ditirsiyan. Lê îro bi çend sedeman mirovên îxanetkar wan partiyan box we bi gef nizanin: Ya yekem, partiyên şoreşvan ketine bin bandora siyaseta herêmî û li ber siyaseta xwe ya mirovdostî û dêmokratî û dûrbûn ji tundûtîjiyê, heya qasekê sizadana caş û xwefiroşan piştguh xistine. Ya duyem, ev partî hewil didin weqetiyan di nava civakê de çinebe. Ya sêyem, ji ber ku malbatên van caşan beşek in ji civakê, şer û lêdana fîzîkî êdî mîna berê nayê qebûlkirin. Caşên nû van sedeman dibînin û dizanin ku tu hêzeke din tune ye ku zirarê bide wan.

Gelo ev tê wê wateyê ku civaka Kurdistanê nasname û azadiya xwe ji bîr kiriye? Bersiv "Na" ye. Rastî ev e ku ji ber krîza aborî, enflasyon, bêkarî û zextên giran, gel herî zêde hewl dide ku tenê "bijî û li ser piyan bimîne". Ev bêdengî ne nîşana razîbûnê ye, belkî nîşana bêîmkaniyê ye. Civak di eynî demê de nikare bi hejarî, desthilatdarî û caşan re şer bike, lewma neçar e ku bêdeng bimîne.

Bêşermî û eşkerebûna caşan ne nîşana hêza desthilatdariyê ye, belkî nîşana birîn û westana civakê ye. Desthilatdarî van caşan wekî mînak nîşan dide da ku bibêje "rêya jîyan kirin û rehetbûnê ji teslîmbûnê derbas dibe". Lê ev bêdengî dê ne herdemî be. Hêrs û daxwaza azadiyê li Kurdistanê mîna agirekî bin xweliyê ye.

Caşatî tenê di vê serdemê ku gel di nav demeke rawestandinê de ye dikare xwe nîşan bide. Lê bi yekem guhertina siyasî re, ev hêza wan a derewîn dê hilweşe û civak dê dîsa cezayê xwe yê exlaqî bide wan. Dîrokê nîşan daye ku dibe ku bîranîna gel ji bo demekê tûşî xeweke sivik bibe, lê tu carî xiyanetê ji bîr nake