CENTCOM roja şemiyê ragihand ku di encama êrîşên mûşekî û balafirên dronî yên Îranê li ser binkên hêzên Amerîkî û hevalbendên wan ên li Ordonê de, du serbazên Amerîkî hatine kuştin û serbazek jî winda bû, ev dibin yekemîn ziyanên canî yên hêzên Amerîkî ji ber êrîşên Îranê ji meha Adarê vir ve.
CENTCOMê di daxuyaniyekê de ragihand ku du serbazên Amerîkî roja 26ê Pûşperê di dema parastina bargehên hêzên Amerîka de li hemberî êrîşên mûşekên balîstîk û dronên Îranê li Ordunê hatine kuştin.
CENTCOMê herwisa da zanîn ku hejmarek serbazên din ên Amerîkî ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyên li Ordonê, lê piştî wergirtina alîkariya bijîşkî vegeriyane ser karê xwe.
Spaha Pastaran berê bi weşandina daxuyaniyekê berpirsiyariya êrîşa li ser bingeha "El-Ezreq" a li Ordonê, ku cihê bicihbûna hêzên Amerîkî ye, kêşabû ustiyê xwe û îdîa kiribû ku di vê êrîşa mûşekî û dronî de çend balafirên Amerîkî têk şikandine. Ev îdîa bi awayekî serbixwe nehatiye piştrastkirin.
Artêşa Amerîka êvara şemiyê ragihand ku wek bersiv li ser kuştina serbazên Amerîkî, gera nû ya êrîşên esmanî li dijî armancên li Îranê dest pê kiriye, ji bo tiştê ku jê re gotiye "sazayê bilez" ê Îranê.
Li gorî amarên artêşa Amerîkayê, bi kuştina van du serbazan, hejmara serbazên kuştî yên Amerîka ji destpêka şer ve, gihîşt 16 kesan.