Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heftiya bê bo şerê Amerîka û Komara Îslamî çarenivîszaz e

10:22 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2026

Kanala 13 a Îsraîlê li zarê çend berpirsên pilebilind ên Îsraîlê ve ragehand, Amerîka bo êrîşek berfireh dijî Komara Îslamî li hewla amadekirina tewaw de ye û bo vê armancê jî 100 firokên şewatber bo deverê şandine.

Li gorî raporta duh roja Şemî 27ê Pûşperê kanala 13 a Îsraîlê, berhevdana berpirsên pile bilind ên Îsraîlê nîşan dide ku Donald Tiramp piştî heftiyekê li êrîşên dijî bi rejîma Îranê dixwaze bazneya êrîşên xwe berfirehtir û bi bandortir bike.

Berpirsên pile bilind ên Îsraîlê bi kanala 13 ragehandine ku berpirsên Tehranê hewla zêde didin ku Îsraîl neçe nav wî şerî ve, lê eger Amerîka êrîşên xwe dom bike, rewş wê biguhere.

Her di vê peywendiyê de, balyozê Amerîka li Îsraîlê daxwaz ji welatiyên xwe kir ku li hatin bo Rojhelata Navîn û Îsraîlê bi taybetî xwe biparêz in.

Berpirsên Îsraîlê berê jî amadehiya xwe bo rûbirûbûnekî din dijî rejîma Îranê dabûne xûya û ragihandibûn ku eger berpirsên Komara Îslamî her xeletiyekê li dijî Îsraîl û xelkê wê encam bidin, eva wê bi tûndî bersiva wan bidin.