Ji bo agahdariya hawniştîmaniyên têkoşer û raya giştî, roja çarşemê 10ê Pûşperê demjimêr 8ê êvarê kirêgirtiyekî rejimê bi navê Nîma Teymûrî kurê Ceifer li bajarê Mihabadê êriş kiriye ser çend welatiyên medenî bi hinceta ku wan çend kesan cilûbergên xakî li xwe kirine.
Di encam de kesekî sîvîl bi navê Siyaveş Elek kurê Seyid Omer canê xwe ji dest daye û çend kesên din jî birîndar bûne.
Her piştre caşên wî bajarî bi çêkirina rewşeke xofê, pêşiya maşînên xelkê girtine û bêrêziyê li wan kirine.
Piştî vê bûyerê, komeke zêde ji xelkê Mihabadê çone ber deriyê nexweşxaneya bajêr û bi dirûşmdanê kerb û bêzariya xwe ji caşên rejimê û piştgiriya xwe ji xelkê bajêr nîşan dane.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê tevî nîşandana daxbariya xwe ji bo canjidestdana lawê ku bi xedir hatî kuştin anku Siyaveş Elek, û sersaxiyê li malbata navbûrî, vê kiryara kirêgirtiyên rejimê şermzar û îdane dike û daxwazê ji xelkê Kurdistanê bi giştî û Mihabadê bi taybetî dike ku li hember destdirêjî û eziyet û azara kirêgirtiyên rejimê bêdeng nebin û yekgirtiyane li dijî wan bisekinin û rê nedin bi hincetên corbicor jiyan û malê wan bixin ber metirsiyê.
Roja rizgariya welatê me ji destê zulm û zora Komara Îslamî nêzîk e û kirêgirtiyên rejimê divê bizanibin ku êdî nikarin dirêjiyê bidin tawanên xwe yên dijî xelkê Kurdistanê.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê
Navenda Teşkîlata Nihênî
11ê Pûşpera 1405