Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Digel zêdebûna aloziyên li gel Îranê, Amerîka haydarî da welatiyên xwe

10:39 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2026

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji ber egera biarmancgirtina Amerîkiyan li derveyî welat ji aliyê rêjîma Îranê ve û "ji ber zêdebûna aloziyên li Rojhilata Navîn" hişyariyeke ewlehiyê ya cîhanî weşand.

Vê wezaretê ji welatiyên Amerîkî yên li çar aliyê cîhanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn xwestiye ku rênmayiyên ku di hişyariyên ewlehiyê yên ji aliyê balyozxane yan konsulxaneya Amerîkayê ya herî nêzîk ve hatine weşandin, bişopînin".

Di vê hişyariyê de, bi amajekirina bi vê tiştê ku cihên dîplomatîk ên Amerîkayê, di nav de yên li derveyî Rojhilata Navîn jî, hatine armancgirtin wiha hatiye gotin: «Betalkirina geştên esmanî û girtina demkî ya qada esmanî dibe ku bibe sedema astengiyan di geştan de.»

Lêbelê, hûrgiliyên zêdetir di vê derbarê de nehatine ragîhandin.

Vê hişyariyê herwisa destnîşan kiriye ku komên alîgirên hikûmeta Îranê dibe ku berjewendiyên din ên Amerîkayê li derveyî welat yan cihên girêdayî Dewletên Yekbûyî li çar aliyê cîhanê armanc bikin".