Nizar Amêdî Serokomarê Îraqê derheq êrîşa cinayetkarane a rejîma Komara Îslamî bo ser hizbên Rojhelatê Kurdistanê bertek nşan da û bi tundî şermezar kir.
Roja Şemî 27ê Pûşperê, Nizar Amêdî Serokomarê Îraqê li daxûyaniyekî de êrîşa mûşek û dironiyên rejîma Îranê bi binpêkirina serweriya xaka herêma Kurdistanê da xûya û ragehand, ew êrîşane bo qebulkirinê nabin.
Nizar Amêdî ew êrîşane bi metirsî dijî ewlehî û aramiya xelkê Kurdistanê bi nav kir.
Navbirî ragehand ku kar û kiryarên wiha nayên qebulkirin ku Îraqê bike meydana şerê deverî.
Serokomarê Îraqê zêde kir ku Îraq tekeziyê li ser peywendiyekê dike ku rêza du aliyane û cîrantî tê de bê berçavgirtin.
Herwisa li berdewamiya karvedanên navdewletî de, Wezareta Derve a welatên Qeter û Îmaratê li du daxûyaniyên fermî de, bi tundî êrîşa mûşek û dironiyên rejîma Îranê bo ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin.
Her di vê derheqê de Roja Înê 26ê Pûşperê, hêzên terorîstî ên rejîma Komara Îslamî li rêya 9 mûşek û dironan ve çend binkên Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li sînorê bajarê Silêmanî kire amanc û mixabin 9 pêşmerge şehîd û çend pêşmergên din jî birîndar bûn.
Serê sibêdeha îro jî bargehên Partiya Azadiya Kurdistanê PAK, kefte ber êrîşa dironî a rêjîmê û gorî zaniyariyan 8 pêşmergên wê partiyê birîndar bûne.