Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) îro serê sibê ragihand ku dawîn pêla êrîşên hêzên Amerîkayê li ser armancên di nav Îranê de bi dawî hatiye. Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, di vê operasyonê de hêzên Spaha Pasdaran yên ku bûne sedema kuştina du serbazên Amerîkî li Ordonê bûne armanc.
Centcom ragihand ku ew pêla êrîşan di 11:30 ê şevê, li gorî dema Rojhilatê Amerîkayê, bi dawî hat.
Li gorî vê daxuyaniyê, di vê operasyonê de, ji bilî hêzên Spaha Pasdaran, gelek saziyên leşkerî jî hatin armancgirtin.
Centcom di peyamekê de li ser tora civakî X ragîhand: Hêzên Centcomê bi serkeftiyane navendên çavdêriya qerexav, sîstima berevaniya esmanî, şiyana deryayî û cihên ku mûşek û diron tê de dihate parastin, kirine armanc, da ku şiyanên leşkeriya rejîmê lawaztir bike.
Centcomê heta dema amadekirina vê nûçeyê ti zanyariyek liderheq rêjeya armancê xwe belav nekiriye.
Li gorî daxuyaniya Centcomê, şeva derbasbûyî heştemîn şeva li pey hev bû ku hêzên Amerîkayê êrîş li dijî armancên di nav Îranê de encam dan .