Piştî evê ku Kongireya Azadiya Îranê li derheq şerê di navbera Amerîka û rêjîma Îranê daxuyaniyek belav kir û helwesta xwe li ser encama şer û pêşeroja Îranê da xûya, Komîteya Pêwendiyên Îranî û Kurdistanî a Hizba Dêmokrat li Derveyî Welat, rohnkirinek bo agehdariya raya giştî, belav kir ku deqa wê wihaye.
Di pêwendî digel wê daxuyaniyê de ku Kongreya Azadiya Îranê li ser şerê Îran û Amerîkayê û encamên wê derxistiye û weşandiye, em hemî aliyekê û raya giştî agehdar dikin ku li ber evê ku Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ), li organên rêveberiya wê kongreyê de endam nîne, di amadekirin û darêtin û pesendkirina wê daxuyaniyê de beşdar nebûye.
Her lewra, naveroka wê daxuyaniyê wekî helwesta Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê nayê hesibandin û ti pêwendiyek bi vê Hizbê ve nîne. Helwestên fermî yên Hizba Dêmokrat tenê bi rêya organ û medyayên wê Hizbê ve tên ragihandin û belavkirin.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
Komîteya Pêwendiyên Îranî û Kurdistanî li Derveyî Welat
19'ê Tîrmeha 2026'an