Li gorî daxuyaniyên fermî, nîvroya yekşemê li Behreynê zenga hişyariyê hatin lêdan û dengê teqînan ji bajarê Hamad hat bihîstin. Roja şemiyê, 27'ê tîrmehê jî, li pey êrîşên Komara Îslamî ya Îranê, zeng an Ajîra metirsiyê gelek caran li Behreynê deng vedabûn. Ji roja şemiyê ve, her du welatên wekî Kuweyt û Behreyn bûne armanca êrîşên mûşekî û dironî yên rêjîma Îranê.
Serfermandariya Arteşa Kuweytê ragihand ku sîstema wan a berevaniya esmanî sibêdeha Îro Yêkşemiyê rûbirûyî pêleke nû ya êrîşên Îranê bû û dengên teqînan jî ji ber têkşikandina van mûşekan li gelek nawçeyên wî welatî de tên bihîstin. Arteşa Kuweytê daxwaz ji welatiyan kir ku rênimayîyên ewlehiyê bigirne ber.
Ji aliyê din ve, Arteşa Îranê îdîa kir ku di qonaxa 17'an a operasyona bi navê "Saeqe" de, baregehên Amerîkayê yên li Kuweytê, mîna kampa el-Udeyrî û baregeha Elî el-Salim, bi dronan kirine armanc. Li gorî daxuyaniya rêjîma Îranê, ev êrîş wekî bersivekê li dijî êrîşên dawî yên Amerîkayê li herêmê hatine encamdan.
Artêşa Amerîka berdewam ev 9 şev e kû êrîşê dike ser binkên serbazî û îstratêjî yên rêjîma Îranê bi taybet li başûrê Îranê de, rêjîma Îranê jî li bertek û bersiva wan êrîşan de, êrîşê dike ser welatên Erebî li li nawçê û Herêma Kurdistanê.