Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gelo rêjîma Îranê dê biçe bin xêweta Sefwan?

17:14 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2026

N. Elî Budaxî

W. Bêhzad Simko

 

Roja Yekşemî 12ê Reşemeya 1369 a Rojî, Hevpeymaniya dijî hikûmeta Îraqê bo derxistina artêşa wî welatî li Kuweytê, piştî vê ku derbên giran li Îraqê xistibûn, serokatiya hikûmeta Îraqê bi serşorî bo agirbest û aşitiyê banghêjê kir. Lihevkirinek ku li jêr xêwetekê li devera “Sefwan” li navbera sînorên Îraqê û Kuweytê de hate wajokirin. Lê ev danûstandin û agirbesta li navbera hêzên Hevpeyman bi serokatiya Amerîkayê digel Îraqê neînku her li binyata lihevkirin û aşitiya dualî, belku sepandina xweteslîmkirina tevav bi ser Îraqê de bû. Îraqek ku li eniya şer de bi tundî şikest xwaribû, artêşa vê jinav çobû, aburiya wê îflas bibû, ti rêçareyek bilî serîçemandin li hember biryarên Şêwreya Ewlehî ya Netewên Yekgirtî û mercên Amerîka û hêzên hevpeyman çinebû.

Pirsyar ev e, gelo rêjîma Îranê jî dê neçar bibe li jêr sîbera “xêweta Sefwan”eke din de û bi qebûlkirina şikestên xwe li şerê digel Amerîka û Îsraîlê de serî bo mercên Amerîkayê biçemîne?

Şik û guman li vê de nîne ku li şerê 12 roje, piştre şerê 39 roje û berdewamiya şer û pevçonên giran li heyama piştî wajoikirina jihevtêgihîştina Îslamabadê, rêjîma Îranê gelek bêhêz bûye. Di vî heyamî de parek ji rêberên siyasî, berpirsên ewlehî, fermandeyên serbazî û karbidestên îdariyên Îranê hatine kuştin. Şiyana serbazî û teknolojiya şer a rêjîma Îranê bo şerekî kilasîk li asta şiyan û qasa gelek mezin a Amerîkayê de nîne. Tevî ku rêjîma Îranê hewl daye bi rêya dagîrkirina tengava Hormozê, vekirina destê milîs û hêzên ser bi rêjîmê û herwisa bikaranîna alavên şer ên erzan lê karlêker ên wek dironan û bi sepandina xercê nehevseng, Amerîkayê neçar bi paşekêşiyê bike, lê bi berçavgirtina biryar û helwîstên vê dawiyê yên Donald Tiramp, wa xuya dike berwajiyê şirove û berwirdên berpirsên rêjîma Îranê ne.

Du fakterên din jî girîng û yekalîker in, Yek hevdengî û hevrayî ya navnetewî li dijî rêjîma Îranê ku nêzîke îşare bi guherîn û çêbûna vê bi taybet li navbera welatên deverê û herwisa hevpeymanên Amerîka li Ewropayê de têne kirin. Ewa din kûrbûna herî zêdetir a kirîzên aborî û zêdebûna roj bi roj a zêdetir ya nerizayetiyan li navxweyê Îranê ye. Anku nehevsengiya hêza serbazî, derbên gelek zêdeyên canî bi taybet li fermandeyên serbazî û berpirsên siyasî yên rêjîmê, kûrbûna kirîza aborî û şikesta dîplomasiyê, gevriya rêjîmê bi tundî û tevavî guvişandiye.

Hekî rêjîma Îranê bi xwe jî bixwaze rewşa ne-şer û ne-aşitî digel Amerîkayê berdewam bike û bixwaze bi qazanckirina demê xwe teyar bike û piştre wek Koreya bakûr xwe wek rastiyekê bisepîne, ne Amerîka û Îsraîl û welatên Kendavê jê qebûl dikin, û ne li navxweyê welat de jî bo çê dibe vê şêwaza desthilatariya xwe bi ser civaka Îranê de bisepîne. Şik û guman li vê de nîne ku Amerîka û hevpeymanên vê destê danê ser hev heta rêjîma Îranê piştî qonaxek ji şer û alozîxistina derfeta teyarkirin û xwerêkxistina siyasî û serbazî hebe. Êrîşên giran û berdewamên vê dawiyê ku hevdem dorpêça deryayî ya şademara aboriya Îranê jî bi ser de hatiye, li rastiyê de bi armanca şikestdana rêjîmê û rakêşana vê bo nav xêweta Sefwan e.

Ceribandina nêzî 5 dehikan a derfetdan girtina bere rêka, gotûbêjên rexnegirane, terîk û tenê hêlan, sizayên aburî û xweparastin ji berteknîşandanê, dibe Rojava anîbe ser vê baweriyê ku, ev startejiya li hember rêjîma Îranê encama vê dê her şikest û zivirîn di nava bazneya bêencamiyê be. Êrîşên berdewam ên vê dawiyê bo ser jêrxanên locistîkî yên rêjîmê ên wek binke, enbarên berhemanîn û ragirtina mûşek û dironan li bajarên qiraxavî û bajarên başûrê Îranê bi armanca bêhêzkirina tevav a şiyana êrîşberiya rêjîmê ye. Dorpêça deryayî û şikandina kûrahiya stratejîk a rêjîma Îranê anku milêsên ser bi vê rêjîmê jî bo vê yekê ye ku kêmtirîn derfet û şiayna teyarkirinê bi rêjîma Îranê neyê dan. Herwisa lêdana derbên kawilker bi hêzên milîsên ser bi rêjîmê, zêdebûna givaşan bo ser hikûmeta Îraqê bo çekkirina milîsên ser bi rêjîma Îranê ku li serdana vê dawiyê ya “Zeydî” Serokwezîrê Îraqî li Koşka Sipî, û herwisa destbiserdegirina karwaneke mezin a dironan ku biryar bû ji axa Îraqê re bi rêya Sûriyê, bo Hizbullahê bişînin, bo me dide selimandin ku Amerîka û Îsraîl dixwazin rêjîma Îranê bi tevavî ji kar bixin û bêhnê jê qut bikin.

Di beramber de Komara Îslamî jî tenê du rê jê re dimînin. Yekem rêjîm dizane derfeta vejandinê nadinê, ji ber vê yekê hewl dide bi êrîşa giran bo ser jêrxana aburî ya hevalbendên siyasî yên Amerîkayê weke Kuweyt û Behreyn bi taybetî, û zêdekirina lêçûna canî û aborî wê peyamê bide Rojava ku dikare her hemû navçeyê û ewlekariya dabînkirin û veguhastina enerjiyê di dinyayê de bixe metirsiyê. Dûyem xwegirtina zêdetir û lezkirin di bidestxistina bombeya atomî û kirina wê bi amraza manê! Ew jî bazdana xeta sor a doktrîna ewlekariya Amerîka û Îsraîlê ye ku di ti mercan de rê nadin Îran bibe xwediyê çekê atomî.

Li gorî doktrîna ewlekariya nîştimanî ya Îsraîlê Tel Evîb îznê nade ti welatekî dijmin di navçeyê de ku dijî Îsraîlê be teknolojiya atomî hebe. Êrîş bo ser rîaktorê atomî yê "Ozîrak" li Iraqê di sala 1360î de û hilweşandina damezraweyên atomî yên "El-Kiber" li Sûriyê di sala 1386an de ji aliyê Îsraîlê ve du nimûne ji biryarên Îsraîlê di çend mehan/dehsalên borî de ne. Siruştî ye Amerîka ji bo ragirtina giraniya xwe û hiştina heysiyeta xwe ya siyasî di civaka cîhanî de jî rê nade Îran ber bi wê aliyê ve biçe, ew ji bilî wê ye ku hewla serkeftî ya Îranê di wî warî de hevsengiya hêz di navçeyê de bi taybetî li cem welatên wekî Erebistan û Tirkiye û Misirê têk dide û bi wê jî rikaberiyeke kontrolnekirî ya çekûçol dest pê dike.

Îran ketiye telyeya (tavikê) stratejîk de û li ser mîza qumareke mezin e, qumarek ku bêguman Îran tê de dundorîne (wenda dike).