Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qalîbaf, em rê Nadine ku lêkolîna wan binkên etomî bê kirin ku bûne amanca êrîşan

12:19 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2026

Mihemed Baqir Qalîbaf, Serokê Meclîsa rejîmê ragehand, li gorî yasaya nû a Meclîsê û biryara şêwreya bilind a ewlehiya netewî, bi tu awayekê rê bi çavedêrîkirina ajansa navdewletî a enerjiya etomê nayê dan ku sardana wan binkên etomî bikin ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatine bombebaran kirin û zirar ber keftine.

Qalîbaf îşare bi vê kir ku ajanis li niha de tenê maf û îzna serdana nîrûgeha Bûşehir û rêaktora Tehranê heye.

Ev pirsgirêk bûye mijarek sereke a nakokiyên li danûstandinan de, bi taybet piştî vê ku Donald Tiramp, Serkomarê Amerîka, li dawî demên şerê 12 roje de fermana bombebarankirina Navendên Fordo, Neteniz, û Îsfehanê derkir û ragehand ku paşkeftên etomî li jêr xaka Îranê de hatine çalkirin û dibe bo Amerîka bêne veguhastin.

Hevdem raportek hewalgîriya kanala CNN eşkere kiriye ku Tehran li tiresê operasyona serbazî bo destbiserdegirtina pitir ji 400 kîlogiram oraniyoma meyandî bi tîratiya %60 li heftiyên derbasbûyî de bizanebûn tonêlên hilgirtina madên etomî hatiye têkdan û derwazên meydana etomî hatiye mînrêjkirin bo vê ku rêgirî li her cûre vekolîn û destpêragiheştinekê bigre.