Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê li 9 mîn şeva lipeyhev de, êrîş kire ser rêjîmê

10:16 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2026

CENTCOMê ragihand ku êrîşa li 9 mîn şeva lipeyhev bo ser paşmaweyên rêjîmê bi awayekî serkevtiyane bi dawî aniye û li wan êrîşan de navendên fermandehî, sîstema berevanî û çavdêriya qiraxavî, şiyana deryayî, cihê avêtina mûşek û dironan û torên pêywendiyan a paşmaweyên rêjîmê kirine armanc.

Pêka raporên belavbûyî, li bajarên “Tewrêz, Mahşehr, Serbender, Çabihar, Konarek, Sîrik, Xûr Moc, Cask û Bender Ebas”ê de teqînên gelek mezin qeimîne.

CENTCOMê ragihand ku armanca wan êrîşan, kêmkirina şiyana êrîşkariyên paşmaweyên rêjîmê bo ser gemiyên ticarî û melewanên medenî yên gemiyan li dema derbasbûn ji tengava Hormoz e.

Gorî zaniyariyan çendîn cih û binkên rêjîmê li Urmiyê û deverên vê de jî keftine ber êrîşa Amerîka, tê gotin ku li gelek herêmên derdora Urmiyê hatine bombebarankirin û dengê wan teqînan hatiye bihîstin, lê li derheq xisara canî û maliya wan êrîşan, tu zaniyariyek ber dest nine.