CENTCOMê bi belavkirina daxuyaniyekê li roja Yekşemî 28ê Pûşperê, daye zanîn ku yek ji personelên serbazî yên Amerîkayê li encama teqîna kontrolkirî ya dironeke bombrêjkirî li Herêma Kurdistanê, canê xwe ji dest daye. Herwisa CENTCOMê daye zanîn, ev diron li dema xistinexwarê de neteqiyabû lê li dema hewldan bo teqandina kontrolkirî ya paşmaweya vê dironê de ew kes hatiye kuştin û serbazekî din ê Amerîkayê jî bi sivikî birîndar bûye.
Herwisa CENTCOMê li vê rojê de îşare bi kuştina 2 serbaz û bêserûşûnbûna serbazekî din ê Amerîkayê li Ordonê de kiribû û piştre ragihandibû ku termê kesekî nenaskirî peyda kirine ku egera vê heye termê wî serbazê Amerîkayê be, lê lêkolîn li ser wî termî tê kirin ku nasnameya wî bi serastî bê zanîn.