Du erdhej bi qasa 5.2 û 5.7 pileya rêxter Kimaşan û derdora wê hejand
Mediyaya fermî a Îranê ragehand, demjimêr 7û 13 xulekên sipêdeha Îro Dûşemî erdhejek li bajarê Kozeranî ser bi bajarê Kirmaşanê qewimî. piştî 5 xulekan erdhejek din jî bi qasa 5.7 pileya rêxter rû da.
Sentera erdhejiya Nîştimanî ser bi peymangeha Ciyofîzîkî a zanîngeha Tehranê ragehand, erdhej li kûrahiya 8 kîlometiran bûye, Navenda erdhejê 17 kîlomêtir li Kûzeran, 23 kîlomêtir li Geware û 26 kîlomêtir li Riwanserê ve dûr bûye.
Herwisa îşare bi vê jî hatiye kirin ku, cihê erdhejê 65 kîlomêtir li Navenda Parêzgeha Kirmaşanê û 89 Kîlomêtir li Sinê ve dûr e, heya niha tu zaniyariyek li derheq zirarên canî û madî nehatiye ragehandin.
Erdhej li Îlam, Hemedan, Loristan û li Başûrê Kurdistanê jî li Silêmanî û Helebçê de hest pê hatiye kirin.