Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran berdewam êrîşê dike ser keştiyên bazirganî li Tengava Hormozê

10:39 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2026

Li gorî rapora Reuters, Rêxistina Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) ragihand ku di dawîn bûyera ewlehiyê ya deryayî de, keştiyek li nêzî Tengava Hormozê rastî agir girtinê hatiye.

Vê rêxistinê ragîhand ku rapora vê bûyerê ji cihêkî ku 8 maîlên deryayî li bakurê rojavayê herêma Kumzar a Omanê dûr e, gihîştiye wan. Herwisa, çavkaniyekî cihê bawerê piştrast kiriye ku keşti agir girtiye, lê hîn sedema agirgirtinê nehatiye diyarkirin.

Reuters herwisa behsa daxuyaniya Spaha Pasdaran kir ku tê de hatiye gotin du tankerên neftê piştî hewildana derbasbûna li rêyekî başûrî û ne ewleh li Tengava Hormozê, teqiyane û ji kar ketiye. Herwisa Spahê îdia kir ku Amerîkayê ev keştî ber bi wê rêyê ve şandine.

Herwisa Reuters nekarî vê îdiayê bi awayekî serbixwe piştrast bike, ji ber ku Spah ti zanyariyek derheq navê keştiyan, alayê wan an zirarên mirovî belav nekiriye.

Di dawiyê de, Spaha Pasdaran hişdarî da ku heta dema ku hêzên Amerîkayê di herêmê de hebin, Tengava Hormozê dê ji bo veguhastina petrokîmya û heta dilopek neftê jî dê ne ewle bimîne.