Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp: Stratejiya me jinavbirina şiyana leşkerî û etomî ya rêjîma Îranê ye

10:40 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2026

Donald Tiramp, Serkomarê Amerîka, ragihand ku êrîşên leşkerî yên vê dawiyê yên Amerîkayê bo ser Îranê wekî rêzgirtinek ji wan serbazên Amerîkî ye ku di êrîşên vê dawiyê de li Ordon û Îraqê hatin kuştin. Wî got ku ev serbazane jiyana xwe feda kirin da ku rê ji gihîştina Îranê bi çeka etomî bigirin.

Tiramp diyar kir ku Îran ji aliyê leşkerî ve zirareke pir giran ber ketiye û got ku hemû şiyana xwe ji dest daye, û tenê hejmareke kêm ji mûşek, dron û şiyana avêtina wan maye.

Wî got: Em Tengava Hormozê kontrol dikin, û ew ti tiştî kontrol nakin. Îşev jî em dê careke din bi giranî li wan bidin.

Tiramp herwisa got ku stratejiya êrîşên Amerîkayê guheriye, berê armanc tenê astengkirina beşek ji şiyana leşkerî ya Îranê bû, lê niha armanc jinavbirina tevahî ya her şans û egerekê ye ku Îran bikaribe çekên etomî an şiyana mûşekiya xwe pêş bixe.

Di dawiyê de, Tiramp got ku artêşa Amerîkayê di navbera hefteyek û nîv heta du hefteyan de kariye pêşî li vê îmkanê bigire.